Komîteya “vegerandina mafan” derbarê vegerandina malê de ji Efrîniyekî re: Xwedê bide te

AFRINPOST-Taybet

Komîteya “vegerandina mafan” a ku ji aliyê hikûmeta Itîlafa Sûrî ya Ixwanî ve hatiye sazkirin, di angaştên xwe de ku hewl dide mal û milkên Efrîniyan ji çekdarên milîsên Ixwanî vedigerîne, berdewam dike. Komîte bi armanca xapandina raya giştî û derewandina raporên mafnasî yên navdewletî li Efrînê kar dike.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku endamên komîteya “vegerandina mafan” berê xwe da taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê da ku malekê ji aliyê niştedagîrekî ji gundewarê Şamê ji xwediyê wê yê resen re vegerînin, lê niştedagîr razî nebû mala şênî vala bike. Piştre komîteyê ji xwediyê malê, şêniyê Kurd re gotin: Xwedê bide te, biçe girêbesteke sembolîk(bê pere) bi kirêkirina mala xwe ji wî niştedagîrî re çêke da ku qaşo mal bi giştî ji destê şênî neçe.

Her wiha komîteyê serdana maleke din a desteserkirî li dorhêla baxçeyê taxa Eşrefiyê kir, ku ew jî ji aliyê niştedagîrekî ji Til Rifetê ve hatiye desteserkirin, kir, lê belê endamekî komîteyê ku çekdarekî “Cebha El-Şamiyê” ye, ew nas kir û ji ber wê yekê komîteyê biryar da ku niştedagîr bi girêbesteke sembolîk(belaş) di malê de bimîne. Xwediyê wê malê ji şêniyên gundê Şêxûrzê yê navçeya Bilbilê ye.

Nûçegihan wiha dewam kir; sermilîsê “Firqeya 23’ê” ya jihevketî, bi navê “Ebû Semîre Elgul” ku endamekî wê komîteyê ye, û tevî ku di zîndanê de bû, beramberî bertîleke mezin bi 5 milyon $ da milîsên “Cebha El-Şamiyê” hat berdan.

Ev redkirina niştedagîran a nevalakirina malên şêniyên Kurd hemwextî bazirganiya niştedagîr û çekdaran bi mal û milkên Kurdan tê. Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku koma bi navê “Camûs” mala şêniyê Kurd bi navê Luqman Mihemed li taxa Eşrefiyê ji şêniyên gundê Hebo ye, bi 700$ firot niştedagîrekî ji gundewarê Şamê.

Girêdayî wê serokê Itîlafa Sûrî ya Ixwanî yê bi navê “Nesir El-Herîrî” li ser ekraneke ragihandina Ixwan Mislimîn got ku komîteya “vegerandina mafan” ji bêtirî 500 malên desteserkirî, 300 rewş çareser kirin, lê li gorî dezgehên ragihandinê ew rewşên ku hatine çareserkirin sembolîk in û ti rastiya wan li ser erdê nîne.

Related posts