AFRINPOST-Taybet
Zarokekî Kurd bi navê Yûsif Menan Hemreşo ji şêniyên gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta jiyana xwe ji dest da.
Nûçegihanê Afrinpostê li navçeyê ragihand ku zarok Yûsif duh mir û destnîşan kir ku zarok di zeytdanka guvaştgehê de û tevî ku deriyê wê bi xurtî girtî bû, jiyana xwe ji dest da.
Derbarê mirina zarok Yûsif bi vî awayî de gelek guman derketin holê ku çawa zarok gihîşt zeytdanka guvaştgehê.
Yûsif yektayê malbatê ye û 4 xwîşkên wî hene, lê zêde ker û lal e, wê demê çawa gihîşt wir û kete zeytdanka zeytê?
Derbarê kuştina zarokan de, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan 1’ê Mijdarê raporeke berfireh amade kir. Rewangehê di rapora xwe de bal kişand ser rê û rêbazên kuştina zarokan, li kêleka wê kuştina wan a teqîn û di şerê navxweyî yê di navbera milîsan de û avêtina wan ji ser baniyan ve jî anî ziman.