AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî radihand ku Milîsên “polîsên leşkerî” roja Çarşemê jineke Kurd bi navê Ufe Seydo (55 salî) li ba wan girtî bû, beramberî fidyeyeke malî 2000 $ berda.
Milîsan jina Kurd Ufe ya 55 salî, di destpêka meha Îlonê de, dema ji gundê xwe Kûra yê navçeya Cindirêsê diçû serdana keça xwe li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê revand.
Her wiha milîsên “polîsên leşkerî” 9’ê Îlona 2020’an şêniyên bi navên Reşîd Xorşîd(32 salî) û Dîdar Xorşîd (34 salî) ji şêniyên gundê Kûra bi bihaneya ku berê bi Rêveberiya Xweser didan û distandin bin çav kirin, lê zêde milîsan otomobîleke taybet, pere û gelek mobîlên malbata wan dizîn û heta niha derbarê çarenûsa wan de ti agahî nîne.
Binçavkirin û revandina şêniyên Efrînî li herêma Efrîna dagirkirî bênavber û bi taybet ciwan bi bihaneyên çêkirî, didomin.