AFRINPOST-Taybet
Dagirkeriya Tirkî hinek saziyan li Efrînê ava dike da ku xwe bide nîşandan ku ew mafên sivîlan diparêze, lê belê bûyer û rastiyên li ser erdê pêk tên, angaşt û idîayên dagirkeriyê vala û aşkere dikin.
Li gorî nûçegihanê Afrinpostê, dagirkeriya Tirkî komîteya bi navê “vegerandina mafan” bi armanca xwe parêzvanê sivîlan bide nîşandan, ava kir, lê ev komîte di rastiyê de hewldana ku li ser binpêkirin û sûcên xwe bigire, ye.
Di vê çarçoveyê de jineke Kurd ji bajarê Efrînê ji nûçegihanê Afrinpostê re ragihand ku çekdar ji şêniyên Kurd re dibêjin ku dagirkeriyê rê daye wan ku werza zeytûnan bidizin û talan bikin her wiha daran bibirin û wiha dewam dike; niha dagirkeriya Tirkî û piştî bidawîbûna werzê diçe û dikanên firotina êzingan digire, ji wan 4 dikan li taxa Mehmûdiyê ye, lê piştî çi?
Jina Kurd wiha dewam kir; çekdar û niştedagîr bi armanca heqaretê li şêniyan bikin, bi mebest li pêşiya Kurdan diaxivin û wiha li ser zimanê jineke niştedagîr dewam dike; Em mirî ne û mirî ne, ji ber wê em xwe ji ti tiştekî bêpar nahêlin û bêtirî careke dizewicin û lawên xwe wiha dikin ango çi di jiyana xwe de dîtin baş e, ji xwe Erdogan rê daye me ku em her tiştî li Efrînê bikin da ku Kurdan ji herêmê koçber bikin.
Jina Kurd jî ji aliyê xwe ve got ku çekdarên ji milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” ku ew jî Ebû Ebeyde û Ebû Qusey û Ebû Fehid e, heman gotinên jina niştedagîr gotin. Ango çekdar û niştedagîr ti girîngiyê nadin saziyên dagirkeriyê û sembolîk in.