Bacên nû ji qaşo “Desteya Giştî ya Zekatê” bi qasî 5% li ser werza zeytûnan li Efrînê tên sepandin

AFRINPOST-Taybet

Ya bi navê qaşo Desteya Giştî ya Zekatê li herêma Efrîna dagirkirî, bacên nû li ser şêniyên Kurd li Efrînê, piştî ku zeyt û zeytûnên wan talan kirin, sepandin.

Li gorî desteyê, dagirkeriya Tirkî û milîsên wê ji sala 2018`an ve, birina zekatê ji sivîlan ku ji destpêkê ve şêniyan ti sûd ji werza zeytûnan negirtin, helal dike.

Li gorî nûçegihanê Afrinpostê, dagirkerî û milîs rojane li rê û rêbazên nû yên dizî û talaniyê digerin ku herî dawî bi navê zekatê şêniyên Kurd dişelînin.

Desteya Zekatê di daxuyaniya xwe de ji xwediyên zeviyên zeytûnan dixwaze ku zekata berhemên xwe bi qasî 5% ango nîvê uşrê bi rêya wê bide, lê zêde bi rêya bendên din û bi desteka dagirkeriyê pir tiştan ji xwe helal dike.

 

 

 

 

 

 

Related posts