Milîsên “Sultan Mûrad” şêniyekî Kurd bi bihaneya ku pere ji Şehbayê şandin revand

AFRINPOST-TAYBET

Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn beriya hefteyekê şêniyekî Kurd bi navê Mihemed Necar ji mala wî li bajarê Efrînê revand. Şênî Mihemed Necar ji şêniyên gundê Maratê yê bi ser bajarê Efrînê ye. Milîsan ew bi bihaneya ku wî berhema zeytûnên nasekî xwe yê koçber li Şehbayê çinî û pereyên wê ji wî re şandin Şehbayê, revand.

Milîsan piştî revandinê, ew du rojan girtî li ba xwe hiştin, lê piştî ku 1300$ da wan, ew berda.

Di heman çarçoveyê de nûçegihan destnîşan kir ku milîsan zeyta lawê apê wî Mihemed Necar jî talan kir.

Li aliyekî din çekdarekî milîsên “Ceyê El-Nuxbe”, yê bi navê “Ebû Nesir” diziya werzên zeytûnan li gundê Şêxûtka yê navçeya Mabeta dewam dike. Hemwextî wê jî qaşo opozisyona Sûrî propagandayê ji ya bi navê qaşo komîteya “vegerandina mafan” li Efrîna dagirkirî dewam dike.

 

 

 

Related posts