Şêniyekî Kurd ji mala wî li Cindirêsê hat revandin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navenda navçeya Cindirêsê ragihand ku milîsên “polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn 5`ê Mijdarê şêniyekî Kurd revand.

Nûçegihan bi bîr xist ku şêniyê binçavkirî bi navê Bedir Koto ye û ji şêniyên gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê ye, ew bi karê elektirîkê re mijûl dibe. Milîsan ew revand û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Nûçegihan destnîşan kir ku milîsan ew ji mala wî ya li bajarokê Cindirêsê revand.

Di meha Cotmehê de pêngavên binçavkirin û revandinê derheqê Kurdan de li herêma Efrîna dagirkirî gelekî zêde bû ku hejmara revandî û binçavkiriyan gihîşt 127 kesan û dibe ku hejmar ji vê bêtir be.

\

Related posts