AFRINPOST-Taybet
Desthilatên dagirkeriya Tirkî li herêma Efrîna dagirkirî pêngavên binçavkirinê derheqê şêniyên Kurd de, di çarçoveya siyaseta tengav û koçberkirinê û heta guhertina demografîk de dewam dike.
Di vê çarçoveyê de Afrinpost ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku milîsên “polîsên sivîl” roja Sêşema borî 3’ê Cotmeha 2020’an 4 şêniyên Kurd ji malên wan li bajarokê Badîna yê navçeya Raco bi bihaneya derketina nobedariyê di dema Rêveberiya Xweser de bin çav kirin.
Şêniyên bi navê Hisên Ehmed Elî, Umer Mûrad, Selah Henan Sînetoro, Mihemed Mistefa Circî hatin binçavkirin.
Di nava meha Cotmeha 2020 de pêngavên binçavkirinê derheqê Kurdan de gelekî zêde bû ku hejmara binçavkirî û revandiyan gihîşt 127’an, lê ji ber ku şênî newîrin bûyerên çekdaran aşkere bikin, dibe ku hejmar ji wê kêmtir be.