AFRINPOST-Taybet
Afrinpost ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku şêniyekî Kurd bi navê Îsmet Cano 45 salî li ser rêya gundê xwe Hebo-Efrînê wenda bû.
Çavkaniyan da zanîn ku piştî şêniyê Kurd nexweşek bir nexweşxaneyekê li Efrînê, wenda bû û wiha dewam kirin; şênî Îsmet şeva Yekşemê 15’ê Cotmeha 2020’an bi otomobîla xwe şêniyekî nexweşek ji gundê xwe bir nexweşxaneyeke bajarê Efrînê, lê belê pev otomobîla xwe wenda bû û heta niha çarenûsa wî nediyar e.
Çavkaniyan hevyaz kir ku rêbenda ewlehiyê ya milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” li çerxerêya gundê Emara şênî revandiye.
Li gorî çavkaniyan çarenûsa bi sedan ji şêniyên Efrînê hêjî ne diyar e, lê kêleka wan dagirkeriya Tirkî û milîsên wan ên Îslamî bêtir pêngavên binçavkirin û revandinê derheqê Kurdan li herêma Efrîna dagirkirî dewam dikin ku tenê di meha Cotmehê de 127 şênî hatin revandin û binçavkirin.