AFRINPOST-Taybet
Milîsên “polîsên leşkerî” li Raco yên dagirkeriya Tirkî roja Şemiyê, ragihand ku 3 çekdarên wê dema hewl didan teqemeniyekê ji hev bikin, bi wan de teqiya û hatin kuştin, lê milîsan cihê teqînê destnîşan nekirin.
Milîsan bi daxuyaniyekê li ser sosyal medya ragihand ku Mehmûd El-Xalid, Eymen Neqişbendî û Zekeriya Stenbûlî hatin kuştin.
Li herêma Efrîna dagirkirî ji navîna Adara 2018’an de rûbirû bi bêaramî û ewlehiyê re dimîne.
Di vê çarçoveyê de duh roja Înê bi şev teqemeniyek bi otomobîlekê li nêzîkî navenda milîsên “Feyleq El-Şam” li ser otostrada Xerbî ya navenda herêma Efrînê teqiya û di encamê de hejmareke kuştî û birîndar hene.
Her wiha li navçeya Mabeta, roja Înê maşîneyeke çekdarên “Sultan Mûrad” hat armancgirtin û kuştî hene, lê heta niha aliyê ku êrîş pêk aniyê nediyar e.