Milîsên “El-Şamiyê” bi kuştina 5 çeteyên xwe agahdar bû û li Azerbeycanê hatin veşartin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navenda herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku milîsên “Cebha El-Şamiyê” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, bi kuştina 5 çeteyên wê li herêma Qerebaxê hatin agahdarkirin.

Nûçegihan destnîşan kir ku çeteyên kuştî yên koma “Ebû Hesen” ên milîsên “Cebha El-Şamiyê” ne, ji nava wan navê çete “Mihemed El-Eşqer” ê ji bajarê helebê, hat aşkerekirin.

Nûçegihan teqez kir ku milîsan 4 konên sersaxiyê ji çeteyên ku li Azerbeycanê hatine kuştin vekirin û ew kon li nêzîkî çerxerêya Maratê, taxa Zîdiyê(nêzîkî goristanê), taxa Efrîna kevn(kolana Bobena), taxa Eşrefiyê(li dorhêla baxçeyê Eşrefiyê) ne.

Nûçegihan da zanîn ku desthilatên dagirkeriyê êdî nema termên çeteyan tînin û radestî xwediyên wan nakin, lê li Azerbeycanê vedişêrin da ku tevlihevî di nava çekdarên Ixwanî de dernekeve.

Related posts