Milîsên “Feyleq El-Şam” şkefteke dîrokî li nêzîkî gundê Îska wêran dike

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “Feyleq El-Şam” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn dest bi karê di kana keviran de ya li kêleka şkefta dîrokî ya li ser çiyayê Lêlûn kirine.

Karê di kana keviran de bi armanca wêrankirina şkeftê bi awayekî giştî tê.

Afrinpost 21’ê Îlonê nûçeyek belav kir û tê de diyar kir ku kana keviran ji aliyê milîsên “Feyleq El-Şam” di bin bihaneya derxistina keviran de hat vekirin.

Afrinpostê destnîşan kir ku armanca çekdaran wêrankirina şkeftê ye. Bi vê yekê dixwazin nîşane û şûnwarên Efrînê wenda bikin. Piştî belavkirina nûçeyê Afrinpostê destnîşan kir ku çekdaran karê xwe rawestand.

Lê belê roja Pêncşemê nûçegihanê Afrinpostê teqez kir ku çekdaran ji nû ve dest bi wêrankirina şkefta dîrokî ya ku vedigere bi sedî salan kiriye. Çekdaran maşîneyên giran anîn û dest bi kar kirin, çavkaniyên xwecihî jî hevyaz kir ku çekdar li parçeyên dîrokî di şkeftê de digerin.

Related posts