AFRINPOST-Taybet
Desthilatên dagirkeriya Tirkî duh roja Çarşemê, 2 Kurd li gundê Qude yê navçeya Raco bin çav kirin û birin cihekî nediyar.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku desthilatên dagirkeriya Tirkî pev hinek çekdarên milîsên “El-Hemzat”, Çarşemê piştî nîvroj ev şênî bin çav kirin; Mihyedîn Reşîd Îbo /65 salî/, Zekeriya Şêxo /54 salî/, bi bihaneya danûstandina li gel Rêveberiya Xweser li herêma dagirkirî, bin çav kir.
Dagirkeriya Tirkî 22’ê Cotmeha 2020 pêngaveke wek wê derheqê sivîlên Kurd de pêk anî ku di nav de yên temenmezin hebû, 8 Kurd bin çav kirin. Lê piştî dayîna fidyeyên malî ew berdan ku ew jî ev in; Mihemed Îbo, Mihemed Şaban Şêxo, Rifet Hesen Hec Mûsa, Selah Menan, Izet Osman, Ehmed Hesen Hec Mûsa, Tewfîq Mihemed Mûsa û Dûxan Ehmed Silêman.