“El-Hemzat” ji bo sepandina bacan, komîteyek li gelek gundên Raco ava kir

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku milîsên “El-Hemzat” li gundên navçeya Raco yên ku dagir kirine, ji bo diyarkirina rêjeya bacan li ser zeytûnan ên şêniyên Kurd komîteyek ava kir.

Komîte wê li gorî hejmara darên her şêniyekî Kurd bacê herî kêm 3 teneke zeyt bi bihaneya dabînkirina parastinê ji berhemên zeytûnan re diyar bike.

Komîte piraniya endamên wê ji mixtar û sermilîsê ku gund dagir kiriye, pêk tê. Milîsên “El-Hemzat” li Raco ev gund dagir kirine; Etmana, Hesen, Qudera, Goliya, Berbenê û Hec Xelîl pêk tê.

Milîsan li ser şêniyên gundê Qijûma yê navçeya Mabeta 1250 teneke zeyt wek bac beramberî çinîna berhemên darên zeytûnan sepand.

Li kêleka wê, rêbenda ewlehî ya milîsên “El-Hemzat” li gundê Goliya, baca derbasbûna otomobîlên bi zeytê barkirî,  sepand. Milîsên wê rêbendê, nasnameyên ajokarên traktor û otomobîlên bi zeytê barkirî dibin û wan dibin navendê da ku tenekeyeke zeyt an jî pereyan bi qasî tenekeyeke zeyt ji wan bistînin.

Related posts