Milîsên “Feyleq El-Şam” werza zeytûnan talan dikin û daran li gundê Basûfan û Buyê dibirin

AFRIBPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şêrawa ragihand ku milîsên “Feyleq El-Şam” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn pêngavên talankirin û diziyê yên berfireh derheqê berhemên zeytûnan li gundê Buyê Bûyê û Basûfanê yên navçeyê pêk tîne û piştre bi zanabûn daran dibire.

Nûçegihan diyar kir ku koma bi navê “Hemze Ebû Zeyd” a milîsan, berhema gelek malbatan di nav de mala “Erebo” li gundê Basûfanê talan kir û destnîşan kir ku milîs piştî çinînê daran dibirin, her wiha darên behîf, hinar û gûzan jî dibirin û ji bo germkirinê dikin êzing.

Nûçegihan da zanîn ku şêniyên gundê Basûfanê bi armanca pêşkêşkirina giliyên xwe li dijî koma ku daran talan dike û dibire, berê xwe dan navenda milîsên “Feyleq El-Şam”, lê çekdarên navendê şênî qewitandin û milîsên “polîsên leşkerî” jî guh neda giliyên pêşkêşkirî.

Related posts