AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrîna dagirkirî ragihand ku rêveberiya zîndana Maratê, girtiyên mêr û jin neçar dike ku bi lîreya Tirkî pêdiviyên xwe bikirin û lîreya Sûrî jî qedexe dike.
Nûçegihan destnîşan kir ku rêveberiya zîndanê li hemberî deriyê zîndanê dikanek vekiriye û pêdiviyên girtiyan bi nirxên bilind difiroşe û tenê bi lîreya Tirkî.
Saziyên dagirkeriya Tirkî bi zanabûn lîreya Tirkî bi kar tîne, lê hêjî lîreya Sûrî bi rêjeyeke kêm li sûkan bi kar tê.
Navendên postê yên hikûmeta Tirkî(PTT) 9’ê Hezîrana 2020, lîreya Tirkî li herêmên dagirkirî sepand û bi taybet piştî ragihandina meclisên xwecihî ku piştî wê jî lîreya Sûrî qedexe kir.
Da ku pereyên Tirkî di nava destê welatiyan de bi cî bike, destpêkê lîreya Tirkî ji kategoriya yek, penc û deh lîreyên Tirkî derbasî bakurê Sûriyê kir.
Desthilatên Tirkî ne tenê lîreya Tirkî li herêmên dagirkirî û bi taybet li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê sepand ku beriya wê jî gavên rêvekirina Tirk-kirina bakurê Sûriyê wek sektora peywendî, elektirîk, perwerde û sîstema rêveberiyê(waliyên Tirkî) û heta guhertina navên gund û qadan guherandin, hatin avêtin.