AFRINPOST-Taybet
Duh, roja Duşemê komîteya qaşo “vegerandina mafan” li gel mixtarên taxên bajarê Efrînê û gundên wê civînek li dar xist. Komîteyê di civînê de ji wan lîsteyek bi navên şêniyên li Efrînê yên ku mal û milkên wan hatine desteserkirin, xwest. Li aliyê din milîsan gef li mixtarên gundan xwar ku eger ew gilî derbarê wan de vekin, wê bela xwe di wan bidin.
Di vê çarçoveyê de çekdarên milîsên “Semerqend” ku navenda wan li jêrî “Mesrefa Zîrayî” yê berê ye, gef li xwediyên malên Kurd û bi taybet ên ku malên wan desteser kirine, xwar ku eger ew giliyê xwe derbarê milîsan de ji komîteya “vegerandina mafan” pêşkêş bikin, wê zirarê bigihînin wan.
Komîte ji sermilîsên “Cebha El-Şamiyê” ku ew jî Neîm, Ebû Elî El-Kurdî, Nîdal Biyanûnî, Ehmed Kebso, Ebû Rehmo Melkşah, Welîd Kedro, Mihemed Hemadîn Ebû Riyad(sermilîsê polîsên leşkerî).
Komîte li bajarê Efrînê girêbestên sembolîk wek kirêkirina mal û dikanên bazirganiyê yên şêniyên Efrînê derdixe. Lê tiştê balkêş ku dema girêbestan çêdikin niştedagîrê ku malê kirê dike, ti pereyan nadin xwediyê ofîsê ku ev yekî durutiya wan nîşan dide.