AFRINPOST-Taybet
Dema em hatin herêmên Şehbayê, me ne balindeyek û ne jî mirovek dît, herêm wêrankirî bû, trajediyên ku min di jiyana gelê xwe de dît, bandor li hundirê min kir, hişt ku ez tiştên nû di pîşeya xwe de biafirînim, lê armanca me ew e ku em debara jiyana xwe ya rojane heta ku Efrîn rizgar dibe, dabîn bikim. Ev gotin a hesinkarekî Efrînî yê koçber e.
Hesinkarê koçber ji Afrinpostê re axivî û wiha got: Navê min Mûsa Seydo ye, ez ji şêniyên gundê Meydana yê navçeya Raco me, beriya aloziya Sûriyê, em li Helebê bûn, li ba min dikaneke hesinkariyê hebû, ez tê de dixebitîm û her tişt li ber destên me hebûn, lê belê bi şerê li herêmê re, me berê xwe da bajarê Efrînê û jiyan xweş û pêşketin hebû û wiha dewam kir; dijmin ev pêşketin û pêşveçûn ji gelê me re qebûl nekir û ji ber vê yekê komplo li dijî gelê me pêk anî û êrîşî bajarê me kir, em bi darê zorê ji cih û warê me dan koçberkirinû, ez wek şêniyekî Efrînî piştî koçberkirinê hatim Şehbayê. Rewş li herêmê wek ku çawa roja Qiyametê rabûbû ku hinek şêniyan berê xwe didan Efrînê û hinek dihatin Şehbayê, hem jin û hem zarok ti cihek ji bilî otomobîlên wan ên taybet nemabû.
Dema ku min dît pêwîstiya şêniyan bi depoyên avê heye û pir zehmet e ku dabîn bikin, hişt ku ez ji nû ve karê xwe yê hesinkariyê bikin.
Şênî Mûsa Seydo wiha ji Afrinpostê re parve kir; destpêkê min jeneratorek peyda kir, min û hevalekî xwe dest bi kar kir, me dît ku divê em pir kar bikin û wiha em di karê xwe bi ser ketin. Ji ber ku em berhemên xwe ji sûkê erzantir difiroşin, me bala şêniyan kişand û şêniyên ku pêwîstiya xwe bi depoyên avê hebû bi hejmareke zêde hatin gel me.
Em destpêkê du karker bûn lê piştî derbasbûna du sal û nîvan hejmara me bû 30 karker. Ew hemû dixwazin dbara xwe ya jiyanê ya rojane dabîn bikin heta ku Efrîna me vedigere.