Diziya zeytûnan li Şera û Cindirêsê didome li gundê Eyn Hecerê û Stêr jî dar tên birîn

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanên Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî ragihandin ku çekdarên milîsên “Siqûr El-Şam” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn berhema 65 darên zeytûnê yên şêniyê Kurd Ebid El-Ruhman li gundê Derwîş ê navçeya Şera tevî ku li gund bû, dizî.

Milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” jî li ser şêniyên gundê Kûra yê navçeya Cindirêsê bi bihaneya parastina berheman ji diziyê 2 tenekeyên zeytê sepandin.

Her wiha milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” jî ku herêmên di navbera gundê Qîbarê û taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê dikevin, dagir kirine, li ser xwediyên zeviyan tenekeyeke zeyt sepand, lê zêde li ser her cotkarê ku xwedî 50 darên zeytûnê ye, 50$ sepand.

Girêdayî wê şêniyekî Kurd nexwest navê bi bîr bixe got ku wî bi çavên xwe dît ku milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” û niştedagîrên ji Xûtaya Rojhilat bi dehan darên zeytûnê li gundê Eyn Hecerê û Stêr dibirin û teqez kir ku hejmara darên birî derdora 30 darî ye û wiha dewam kir; beriya çend rojan ez çûm gundê Stêr ê bi ser bajarê Efrînê ve, min dît ku 50 darên zeytûnê ji aliyê milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” ve hatine birîn.

Şênî destnîşan kir ku milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” bêtirî hemû milîsên din xerabiyan li herêmê dikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir;

Em derbasî demsala zivistanê bûn, ev milîs darên me dibirin û ji xwe re dikin êzing ku hem ji bo germkirinê û hem jî ji bo firotinê.

Related posts