Li Şera teqînek pêk hat… çekdarek hat kuştin û yek jî birîndar bû

AFRINPOST-Taybet

Roka Duşemê li bajarokê Şera teqemeniyek bi otomobîlekê ve bû, teqiya. Otomobîl li pêşiya deriyê navenda milîsan li têketina bajarokê Şera bû. Di encama teqînê de çekdarek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li navenda navçeya Şera ragihand ku çekdarê hatiye kuştin ji bajarê Humsê ye, lê zêde 3 çekdarên din ji nobedarên goristanê birîndar bûn û wiha dewam kir; navenda milîsan bi xwe guvaştgeh e, wan desteser kir û veguherand navendeke leşkerî.

Dagirkeriya Tirkî herêma Efrîna dagirkirî ji xwe re kiriye navendeke komkirin û perwerdekirina çeteyên xwe, her wiha ji wir çeteyên Ixwan Mislimîn dişîne Lîbya û piştre Azerbeycanê. Li gorî hinek çavkaniyan hejmara çekdaran piştî veguhastina wan ji her du dewletan re li herêmê kêm bûye.

Related posts