Şêniyên Efrînê komîteya “Vegerandina Mafan” red dikin û bidawîkirina dagirkeriyê çareserî dibînin

AFRINPOST-Taybet

Yê bi nave Nesir El-Herîrî serokê ya bi navê qaşo “Oposizyona Sûrî” , hewldanên xweşkirina dagirkeriya Tirkî bi şêniyên herêma Efrîna dagirkirî re berdewam dike.

Nesir El-Herîrî bi rêya qaşo komîteya “Vegerandina Mafan” dixwaze bi raya giştî re ragihîne ku dagirkeriya Tirkî mal û milkên Kurdan li Efrînê vedigerîne û li ser planên dagirkeriyê yên guhertina demografîk û koçberkirina Kurdan digire.

Li hemberî wê şêniyên Efrînê teqez dikin ku tenê çareserî bi bidawîkirina dagirkeriyê ji herêma wan û derxistina milîsên wê yên Ixwanî re pêkan e.

Ragihandina bi ser Opozisyonê nûçeya serdana yê bi navê Nesir El-Herîrî, serokê ya bi navê qaşo “Opozisyona Niştîmanî ya Sûrî” ji bajarê Efrîna dagirkirî re parve kir.

Nesir El-Herîrî qaşo li rewşa herêmê dipirse û xwe dike ku li daxwaz û pirsgirêkên Kurdan ên ku rojane bi revandina û sûcên milîsên wî re rû bi rû dimîne, guhdar dike.

Di vê derbarê de El-Herîrî li gel komîteya qaşo “Vegerandina Mafan û Bidawîkirina Zordariyê” û hinek mixtar û endamên meclisa xwecihî ya Efrînê re hevdîtin pêk anî û guh da daxwaz û şert û mercên zehmet ên jiyana şêniyan.

Ev gava Nesir El-Herîrî piştî 31 mehan ji binpêkirin û sûcên milîsên Ixwanî derheqê Kurdan de li herêma Efrîna dagirkirî tê.

Ji ber ku her kes ji kiryarên milîsan ên hovane wek xwestina fidyeyan, revandin, dizî û talanî û desteserkirina mal û milkên Efrîniyan agahdar bû, serokê qaşo “Opozisyona Sûrî” ket dewrê û rûyê dagikerî û milîsan bi rengekî baş dide xuyakirin.

El-Herîrî dide zanîn ku ew hemû sûc,  kiryarên takekesî ne û wê werin çareserkirin. Ew dibêje komîteya “Vegerandina Mafan û Bidawîkirina Zordariyê” heta niha 254 daxwazên şêniyan ên ku zor li wan hatine kirin, pêşwazî kirine û piraniya pirsgirêkên şêniyên Kurd çareser kirine. Lê belê di rastiyê de û li gorî raporên rêxistinên mirovî, her ku diçe li Efrînê zor û zulmetî li ser Kurdan zêde dibe û rewşa wan a mirovî û jiyanî kembax bûye.

Related posts