AFRINPOST
Desthilatên Tirkî û milîsên wê yên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” naskirî ne, sûc û binpêkirinên xwe yên bi zanabûn derheqê deverên şûnwarî bi armanca wêrankirina nasnameya dîrokî û şaristanî ya herêma Efrîna dagirkirî berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de gerînendetiya şûnwaran a kantona Efrînê raporek amade kir û rewşa herî dawî ya girê Eqreb ê şûnwarî ji kolan û rakirinê bi maşîneyên giran parve kir.
Girê şûnwarî li deşta di navbera gundê Îska, Celemê û Xezawiyê de li aliyê çepê yê çemê Efrînê bi dûrahiya derdora 20KM li başûrê bajarê Efrînê dikeve. Ew ji girên ku li gorî biryaya (244/a) di qeydên gerînendetiya giştî ya şûnwaran a Sûrî de ku ji aliyê wezareta Çandê ve sala 1981’an hatiye tomarkirin, e.
Raporê bi bîr xist ku girê şûnwarî wek deverên din ên şûnwarî ji destpêka 2019’an ve rastî hemû karên kolan û destdirêjiyê hatiye. Gerînende rapora xwe dispêre wêneyên setalîtê ku rewşa dawî ya gir çawa bi maşîneyên giran hatiye kolan û dûzkirin û destnîşan kir ku dîroka girtina wêneyan vedigere 28’ê Îlona 2020’an û wiha dewam dike; wêneyê setalîtê yê ku hatiye girtin, nîşan dide ku li dorhêla gir rûpîvana heta dîroka 28’ê Îlona 2019’an hatiye kolandin bi qasî 1800 M2 û heta niha kolandin berdewam e, her wiha bi taybet nehatiye zanîn ku rûpîvana gir a ku hatiye dûzkirin û rakirin çi qas e.
Li gorî agahiyên ku Afrinpostê ji gerînendetiya şûnwaran a Efrînê girtine, dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî heta niha 31 deverên şûnwarî û 11 mezarên olî li herêma Efrîna dagirkirî wêran kirine.