AFRINPOST-Taybet
Milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li herêma Efrîna dagirkirî, rêbendek li xaçerêya gundê Karê yê navçeya Bilbilê bi armanca talankirina berhemên zeytûnan ên ku bi traktor û barkêşan di ser vê rêbendê re derbas dibin, ji sermilîsên xwe re daniye.
Li gorî nûçegihanê Afrînpostê li navenda navçeya Bilbilê, rêbend ji her traktor û barkêşeke zeytûnan çiwalekî wek bac dadixe ango nêzîkî 60 heyanî 80 KG ji zeytûnên şîn ji şêniyên Kurd ên ku di ser vê rêbendê re derbas dibin, talan dike.
Her wiha milîsên dagirkeriyê li xaçerêya gundê Goliya Jorîn ê navçeya Raco rêbendek bi armanca talankirina zeytûn, zeyt û pereyan ji maşîneyên ku di ser rêbendê re derbas dibin, danî.
Li gundê Goliya Jorîn jî 15 çiwal zeytûn ji welatiyê bi navê Ebid El-Ruhman Mihemed ku li nava erdê xwe li nêzî gundê Şêx hiştibû, dizîn.
Milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” jî li gundê Qêsim yê Raco bi bihaneya ku xwediyên zeytûnan destûr ji ofîsa wan a aborî negirtibûn, ji nava erdên wan qewitandin.