AFRINPOST-Taybet
Jinên girtî li zîndana Maratê bang li xwediyên xwe kirin ku bi rêbaz û hewldanan wan ji zîndana Maratê piştî derbasbûna 2 salan li ser revandina wan rizgar bikin.
Li dawiya meha Gulanê çekdarên niştedagîran bi ser navenda milîsên “El-Hemzat” li naverasta bajarê Efrînê girtin. Di dema serdegirtinê de jinên li ba milîsên El-Hemzat girtî bûn, bi dîmen xuya bûn.
Derbarê jinên girtî de berdevkê rêxistina Mafên Mirovan parêzer Îbrahîm Şêxo ji Afrinpostê re axivî.
Parêzer Îbrahîm Şêxo got ku xwediyên jinên revandî bi armanca berdana jin û keçên wan ji zîndana Maratê li gel waliyê Tirkî hevdîtin kir, lê belê li ser erdê tiştek nehat guhertin û wek xwe ma. Lê zêde hinek xwediyên jinan serdana wan di zîndanê de kirin, jinên girtî, daxwaz kirin ku wan bi rêbazekê ji zîndanan derxin ji ber rewşa wan kembax bûye.
Li gorî kesên ku serdana jinên girtî li zîndanê kirine, jinên revandî di rewşeke trajedî re derbas dibin.
Parêzer Şêxo wiha dewam dike; sûc û binpêkirinên derheqê jinan de li herêma Efrîna dagirkirî berdewam e, ew rojekê pey rojeke din zêdetir dibin ku herî dawî hejmara jinên revandî û binçavkirî di zîndanên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê de gihîşt bêtirî 1000, hinek ji wan beramberî fidyeyan ango pereyan ji aliyê dadgehên dagirkeriya Tirkî hatin berdan.
Mafnasê Kurd Îbrahîm Şêxo teqez kir ku hêjî bêtirî 400 jinên revandî heta niha çarenûsa wan nediyar e û bi taybet jinên ku li vê dawiyê di dîmenên zîndana El-Hemzat de hatine xuyakirin.
Cara yekem çarenûsa jinên Kurd li navenda milîsên El-Hemzat di 28’ê Gulana 2020 de piştî biserdegirtina niştedagîrên ji Xûtaya Rojhilat li navenda asayîşê ya berê aşkere bû.