AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku milîsên “polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ji beriya du rojan welatiyekî Kurd bi navê Ednan Mensûr ji şêniyên gundê Şorbe yê navçeya Mabeta ji mala wî ya li bajarê Efrînê bin çav kir. Li ba welatî Ednan Sabûngehek li ser rêya Efrîn-Kefercenê heye û wiha dewam kir; derbarê binçavkirina welatî Ednan ti sedemên diyar nîne, dibe ku ji ber têkiliya wî yên bi serokê meclisa xwecihî ya navçeya Mabeta Ebid El-Mutelib Şêx Nasab ku ji aliyê milîsên “polîsên sivîl” ve di 14’ê Cotmehê de hatibû binçavkirin be.
Welatî Ednan li bajarê Efrînê li kolana Bobena li dorhêla mizgefta şêx Şewax dijiya.
Di heman çarçoveyê de peywendî li gel welatiyekî Ereb ji şêniyên Efrînê ji bêtirî 20 rojan ve, dema ku li parêzgeha Idlibê bû, qut bûye û heta niha çarenûsa wî nediyar e.
Li gorî nûçegihanê Afrinpostê welatiyê bi navê Cume Xelef Emûrî(40salî) ji şêniyên Efrînê(pêkhateya Ereb) e, ew ji beriya bêtirî 20 rojan li parêzgeha Idlibê wenda bû.
Welatî Cuma bi mebesta kirîna zeyta maşîne û otomobîlan diçû Idlibê. Cara dawî çû Idlibê û piştî wê bi carekê peywendî li gel wî qut bûn. Heta niha nehatiye zanîn ku ew hatiye revandin lê binçavkirin.