Bazirganiya bi milkên şêniyên Efrînê dewam dike… propagandayên vegerandina malan jî derew e

AFRÎNPOST-Taybet

Dezgehên ragihandinê yên bi ser qaşo “opozisyona Sûrî” ve, dixwazin rûyê dagirkeriya Tirkî û milîsên wî yên Ixwanî yê kirêt spî bikin. Ew dezgeh idîa dikin ku wê dagirkerî bi rêya komîteya vegerandina malên desteserkirî, malên şêniyên Efrînê ji wan re vegerînin.

Li vê dawiyê li herêma Efrîna dagikirî kirîn û firotina malên Kurdan di navbera çekdar û niştedagîran de gelekî çalak bûye.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ji bajarê Efrînê ragihand ku li bajêr bazirganiya bi malên Kurdan zêde bûye. Û propagandaya ragihandina bi ser a bi navê “opozisyona Sûrî” ve hemû derew in û dixwazin bi vî rengî dagirkeriyê di çavên şêniyên herêmê de baş bikin û rûyê wê di qada herêmî û navdewletî de spî vekin.

Nûçegihan derbarê kirîn û firotina malên şêniyên Efrînê de, ku çekdar û niştedagîr pê radibin, gelek bûyer anîn ziman.

Nûçegihan da zanîn ku çekdarekî milîsên “Ceyş El-Îslam” mala welatiyekî Kurd bi navê Aslan Osman ji gundê Keferdelê yê navçeya Cindirêsê bi 650 $ firot niştedagîrekî ji Idlibê. Mala hatiye firotin li taxa Eşrefiyê li ser rêya servîs dikeve, ew hê bi giştî bi serî nebûye û di qata 4’ê ya avaniyê de ye. Tê payîn ku komeleyeke xêrxwaziyê ku niştedagiriyê li herêma Efrînê han dide, derî û paceyan bide niştedagîr.

Çekdarekî ji koma bi navê “El-Biyanûnî” jî, ya milîsên “Cebha El-Şamiyê” mala welatiyekî Kurd bi navê Reşîd Henan ji gundê Dîkê yê Raco bi 700$ firot niştedagîrekî ji gundê Xan Eselê yê gundewarê Heleb ê rojava û mal li başûrê herêma pîşesaziyê dikeve.

Her wiha endamekî ewlehiya milîsên “Cebha El-Şamiyê” dikana welatiyekî Kurd bi navê Resûl Mihemed ji gund Gazê bi 900 $ firot niştedagîrekî ji herêma Qelemon a gundewarê Şamê.

Li ser rêya Turindê jî, çekdarekî koma bi navê “Efeş” 3 şiqeyên niştecihiyê bi 1700$ firot niştedagîrekî ji herêma Hicîre ya gundewarê Şamê.

Ji bilî van bûyeran jî, gelek mal di navbera çekdar û niştedagîran de hatin kirîn û firotin.

Tê zanîn ku komîteya bi navê “vegerandina mafan”, bi giştînameyekê ji aliyê ya bi navê “Heyeta Erkan a Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî” di 24’ê Cotmehê 2020 de hat ragihandin.

Piştre kenala Heleb El-Yewm a bi ser qaşo “opozisyona Sûrî” ve raporeke bi derew li ser vegerandina malên desteserkirî weşand.

Related posts