AFRINPOST-Taybet
Afrinpostê derbarê daristana “Hec Mihemed – Erdî Tît” a bi darên merxê dagirtî ye û li dorhêla gundê Kefersefrê yê navçeya Cindirêsê dikeve, agahî bi dest xistin.
Li gorî agahiyan daristan bi giştî hatiye birîn, û veguheriya kampên niştedagîriyê, lê zêde keriyên pez lê tên xwedîkirin û şivanên wan jî li ser milîsên “Semerqend” tên hesibandin.
Rûpîvana daristanê ya ku hatiye birîn nêzîkî 2 KM2 .
Li herêma Efrîna dagirkirî dar ji aliyê milîsên dagirkeriyê û niştedagîran ve bi rengekî dorveger tên birîn. Gelek caran nûçegihanên Afrinpostê bi raporên bi belge bal kişandin ser wê yekê.
Çekdar û niştedagîr daran dibirin, ji xwe re dikin êzing û difiroşin.