AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku sibeha Yekşemê 4 barkêşên leşkerî yên dagirkeriya Tirkî ji baregeha xwe ya li navenda Efrînê derketin û berê xwe dan Cindirêsê.
Nûçegihan da zanîn ku barkêş bi çek û cebilxaneyên leşkerî barkirî bûn, ji kolana Fîl a taxa Eşrefiyê derketin û berê xwe dan bajarokê Cindirêsê û piştre di dergeha Hemamê yê sînorî re derbasî Tirkiyê bûn û wiha dewam kir; ev barkêş ên pêşî ne ku wek destpêka valakirina baregehê bi rengekî sergiha ne û wê avaniyên ku ji xwe re kiribûn baregeh radestî niştedagîran bikin.
Hêzên Tirkî ji destpêka 2019 ve avaniyên niştecihiyê li bajarê Efrînê ji xwe re kirin baregehên leşkerî, piştre şêniyên wan avaniyan qewitandin û malên wan talan kirin.
Hejmara avaniyên niştecihiyê li wê deverê digihêje derdora 30 avaniyî û her yek ji wan 4 qat in, li navîna wan dibistana “Teqedûm” heye, ji xwe re kirin navendeke leşkerî û rê û kolan li ser wan birîn, her wiha xendeq û çeper çêkirin û sekvan danîn ser avaniyên niştecihiyê.
Li baregehê hejmarek ji tankan bi cî bûbûn, milîsên Firqeya 23 nobedariya baregehê dikirin, niha dagirkerî wê baregehê vala dike.