Milîsên “Cebha El-Şamiyê” li gundê Mîrkan li ser diziya zeytûnan bi niştedagîran re pev çûn

AFRINPOST-Taybet

Roja Şemiyê di navbera niştedagîrên ji gundê Encara û milîsên “Cebha El-Şamiyê” li gundê Mîrkan(Hisê) yê navçeya Mabeta ji ber ku milîsan hinek niştedagîr bin çav kirin, pevçûn derketin.

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “Cebha El-Şamiyê” 5 welatî ji şêniyên Encara ku malên gund dagir kirine, bin çav kirin û wiha dewam kir;

Sedema pevçûnan derbarê parvekirina berhen û mal û milkên şêniyên gund bû.

Nûçegihan teqez kir ku rûspiyekî niştedagîran gef li milîsan xwar û got ku ew ê pirsgirêkê mezin bikin û eger wan 5 niştedagîrên binçavkirî bernedan, wê pevçûn dewam bikin.

Çekdarên milîsan û niştedagîran li herêma Efrîna dagirkirî dizî û talankirina zeytûnên Efrîniyan zêde kirine, lê zêde êdî li ser diziyê pev diçin.

Related posts