Milîsên Sultan Mûrad bi zorê nîvê berhema zeytûnan ê jineke Kurd li navçeya Şera stand

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku çekdarên milîsên “Sultan Mûrad” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan mislimîn berhema zeytûnan a welatiyeke Kurd bi navê Fatme Mistefa li gundê Sînka yê navçeya Şera talan kir û wiha dewam kir;

Çiqasiya zeytûnên ku hatine talankirin gihîşt 50 çiwalî ku her çiwalek jî 70 KG, ango nîvê berhema werzê talan kir.

Wek berdewamî ji diziya werza zeytûnan re, milîsên “El-Hemzat” bacan beramberî derbasbûna zeytê di rêbendan re li ser xwediyên zeytûnan disepîne. Her wiha zeviyên koçberên Efrînê desteser dikin û bi mebesta ku niştedagîr û çekdar bêtir zeytûnan bidizn, nahêlin şênî berhemên xwe biçinin.

Li aliyekî din milîsên “El-Emşat” rêbazeke din di sepandina bacan li ser darên zeytûnê bi kar tine ku ji milekî ve bacan radike û li aliyekî din zêde dike.

Çekdarên milîsên “El-Hemzat” bac 2000 teneke li ser şêniyên gundên li dora bajarê Efrînê ku ew jî ev in; Gazê, Keferdela Jorîn, Keferdela Jêrîn, Maratê, Keferşîlê û Bablîtê beramberî çinîna berhemên wan sepandin.

Related posts