AFRINPOST-Taybet
Hêzên dagirkeriya Tirkî û milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn ku bi navê “Ceyş El-Hur” naskirî ne, pêngavên binçavkirin û revandinê derheqê Kurdên li Efrînê mane de di çarçoveya planên giştî yên tengavkirin û koçberkirina Kurdan ji herêmê, berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de milîsên dagirkeriyê sibeha Şemiyê, welatiyekî Kurd bi navê Zûhêr Reşîd Faris ji mala wî li taxa Eşrefiyê ya navenda Efrînê bin çav kir.
Nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku welatî Reşîd 38 salî ye, ew ji şêniyên gundê Mamila yê Raco ye, lê belê li bajarê Efrînê dijî û wiha dewam kir; milîsên dagirkeriya Tirkî du operasyonên binçavkirinê di nava hefteya borî de pêk anîn, her wiha istixbarata Tirkî jî, ji beriya 5 rojan ve welatiyê bi navê Ala Izet Mihemed ji mala wî ya li taxa Eşrefiyê ku ew ji şêniyên Qîbarê ye, bin çav kir.
Dewriyeyeke hevbeş ji istixbarata Tirkî û “polîsên leşkerî” beriya 3 rojan jî, bi ser mala welatiyê Kurd Mesûd Elî Kîlo ji gundê Badîna yê Raco girt û ew bi tawana ku berê di dema Rêveberiya Xweser de derdiket nobetê bin çav kir û bir navenda xwe li bajarokê Raco.
Welatî Mesûd ji bûyînên 1995’an e, ew li Tirkiyê dijî, lê piştî dagirkirina herêmê vegerî gundê xwe.