AFRINPOST-Taybet
Ji ber nebûna ewlehî û lêpirsînê, gunehkariyên diziyê bi her awayî dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ji bajarê Efrînê ragihand ku roja Înê 23’ê Cotmehê mala welatiyekî Kurd bi navê Semîr Mihemed ji şêniyên gundê Qîbarê li taxa Eşrefiyê, li pişt depoyê avê hat dizîn.
Nûçegihan da zanîn ku beşek ji tiştên dizî, kelûpelên firoşgehê, li gel pereyan bi qasî 90000 û 4400$, tev 2 tabloyên enerjî û 2 cere gazê ne û wiha dewam kir; kesên dizî ji niştedagîrên Xûtaya Rojhilat ên girêdayî milîsên “Ceyş El-Îslam” in, lê hat gotin ku ew ji koma sermilîsê bi navê “Ebû Xeyr El-Xûtanî” ne.
Hat zanîn ku 18’ê Tebaxê 2020, werşeyeke pêlavan li taxa Eşrefiyê hat dizîn. Werşe ya welatiyê bi navê Mihemed Ebû Dilo ji gundê Karê bû. Û kelûpelên hatine dizîn bi derdora 1000$ bûn.