AFRINPOST-Taybet
Rewşeke ji tirs û seferberiyê li Efrîna dagirkirî di nav milîs û malbatên çeteyên li Azerbeycanê de tê jiyîn ku ji aliyekî ve milîsên “polîsên leşkerî” û sivîl” ketine seferberiyê û ji aliyekî din ve malbatên çeteyan nedilrihet in.
Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku rewşeke tevlihevî û nedilrihetiyê ketiye nava refên milîsan û sedema wê jî dagirkeriyê rênîşandan derxistin û gotin ku divê otomobîl bi rengekî berfireh li ser rêbendan werin venêrîn.
Ji aliyekî din ve jî, nûçegihan da zanîn ku dê û jinên çeteyên milîsên “Lîwa El-Selam” serî li navenda milîsan a li pişt garajê ye da, da ku li rewşa kur û mêrên xwe yên ku weke çete li Azerbeycanê şer dikin, bipirsin.
Ev tirs û nedilrihetiya çekdarên milîsan piştî nûçe derbarê dijwarbûna şer li dijî hêzên Ermenî li Qerebaxê de, hatin bihîstin zêde bûye.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di rapora xwe ya 18’ê Cotmeha 2020’an de bi bîr xist ku hejmara kuştiyên Sûrî di şerê Qerebaxê de gihîşt 134 kuştiyan û termên 92 ji wan gihîştin Sûriyê û termên din jî wê di demên din werin.
Her wiha rewangehê bi bîr xist ku komeke çeteyan ji ber tundiya şer li Azerbeycanê di her tiştê xwe borîn û daxwaza vegera li Sûriyê kirin.