Afrinpost-Taybet
Piştî milîsên “El-Hemzat” û “Silêman Şah”, milîsên “El-Zinkî” jî malbatên çekdarên xwe yên ku razî nabin lawên xwe bişînin çeperên şer ên Azerbeycanê, ceza dikin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “Tevgera Nûr El-Dîn Zinkî” li navçeya Cindirêsê, niştedagîrên ji gundewarê rojava yên ku red kirin ku lawên xwe bişînin çeperên şer ên Azerbeycanê ji malên ku desteser kirine, derxistin.
Milîsên “Cebha El-Şamiyê” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, beşeke mezin ji çekdarên xwe yên bi navê Koma “Neîm”, ji ber ku wek çete razî nebûn biçin Azerbeycanê qewitandin û yên ku li Efrînê jî mane, çekên wan desteser kirin, lê zêde mûçeyên wan jî li ser birîn.
Nûçegihan hinek navên ku razî nebûn biçin Azerbeycanê û ji aliyê milîsan ve hatin qewitandin belge kirin ku ew jî ev in; Mihemed El-Hemewî, Îmad Mehmûd û Fewzî Mehmûd. Ew ji gundê Uwêce yê gundewarê Heleb ê bakur rojhilat in, lê zêde çekdarê çarê jî bi navê Ehmed Feysel e.