AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Cindirêsê ragihand ku sibeha Çarşemê, li gundê Qarsîq ji ber nakokiyên li ser mafdariya dizî û desteserkirina zevî û zeytûnên gund milîsên “Feyleq El-Şam” û “El-Hemzat” pev çûn.
Nûçegihan da zanîn ku çekdarên “El-Hemzat” ji bajarê Cindirêsê û dorhêla wê hatin da ku zeytûnên zeviyên şêniyên gund bidizin, lê belê rastî milîsên “Feyleq El-Şam” hatin ku ew zeviyên gund ên xwe dihesbînin û dibînin ku ji mafê wan e, ew berhemên darên zeytûnê biçinin.
Di encama nerazîbûna milîsên “Feyleq El-Şam” de, pevçûn derketin.
Li gorî nûçegihan ku pevçûn bi çekên giran rûdan û derbarê kuştî û birîndaran de ti agahiyên zelal bi dest nexistin.
Her wiha nûçegihan diyar kir ku şênî li gundê Celemê, Îska û Qarsîq newêrin ji ber tirsa ku gule li wan bikevin, ji malên xwe derkevin.
Ji dema ku herêma Efrînê hatiye dagirkirin û heta niha, bi şêweyekî dorveger pevçûn li ser dizî û talaniyê di navbera milîsên Ixwanî de derdikevin.