AFRINPOST-Taybet
Istixbarata dagirkeriya Tirkî li herêma Efrîna dagirkirî pêngava binçavkirina Kurdan û bi taybet ciwanan dewam dike.
Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku endamên istixbaratê roja Duşemê 19’ê Cotmeha 2020’an xortekî Kurd bin çav kir û wiha dewam kir;
Navê xortê binçavkirî Cemîl Zekî ye, ew lawê mixtarê gundê Hêkiçê yê navçeya Şiyê ye û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.
Gundê Hêkiçê ji aliyê milîsên “El-Weqas” ve hatiye dagirkirin, roja Duşemê rastî pêngaveke binçavkirinê ya berfireh hat. Milîs saet 6’ê Sibehê ku hê şênî di xew de bûn, bi ser malên wan de girtin.
Beriya wê bi çend mehan bi taybet di 18’ê Nîsana 2020’an de gunehkariyeke mezin derheqê pîrejineke Kurd bi navê Fatme Kinê(80salî) çêbû. Da ku milîsên Weqas kuştinê pîrejinê ji ser xwe bişon, hê bûyer germ bû, kurên wê bin çav kirin.