Hinek welatiyên Kurd ji ber bacên giran ên milîsan, zeytûnên xwe naçinin

AFRINPOST-Taybet

Hinek welatiyên Kurd ji ber bacên giran ên ku milîsên dagirkeriyê li ser wan sepandin, nema zeytûnên xwe diçinin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku ji ber bacên ku milîsan li ser xwediyên zeytûnan disepînin, hişt ku hinek şênî zeytûnên xwe neçinin. Ji ber ku mewsima wan têra lêçûnên xizmetê nake heta ku bi ser de jî bacan bidin milîsan.

Nûçegihan destnîşan kir ku welatiyên bi navê Mistefa Ebû Osman, Umer Elî ji gundê Badîna nema mewsima îsal diçinin.

Her yek ji wan xwedî 200 dar e. Milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” li ser her dareke zeytûnê ji 4 heyanî 5 dolaran sepand. Li gorî berhema zeytûnan ev bac gelekî giran e.

Di heman çarçoveyê de çekdarên milîsên “Lîwa Sultan Silêman Şah” ku bi navê “El-Emşat” tên naskirin, li navçeya Şiyê li ser hat dareke zeytûnê 10$ sepandin.

Çavkaniyekê ji nûçegihanê Afrinpostê re got ku dagirkeriya Tirkî heta nahêlin wekîlên şêniyên li derveyî Efrînê jî, zeytûnên wan biçinin û wiha dibêje: Her kesê ku li derveyî Efrînê girêdayî Rêveberiya Xweser e. Û ji ber wê nahêlin ku nasên wan berhema wan a zeytûnan biçinin.

Related posts