AFRIPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li navenda navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî ragihand ku niştedagîrên li gundê Sarîncekê yê navçeyê, berhema darên zeytûnê li pêşiya çavên şêniyên gund ên Kurd talan dikin û ti rêz û hurmetiyê ji ti kesî re wek ku zeviyên zeytûnan ên wan in, nagirin.
Di çarçoveyeke cuda de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku niştedagîrekî Idlibî li guvaştgeheke li ser rêya navçeya Şera bi Kurdekî re ev tişt got: “Ev rojên me ne, ev umreke hûn ji xêr û bêrên zeytûnan dixwin, niha dora me hat.”
Derbarê diziya zeytûnan de, çekdarekî milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” bi navê Ebû Faris li gundê Nebî Horî, Sarîncekê, Nozo û Alciya yên girêdayî navçeya Şera zeytûnên wan dizîn û li sûkên Efrînê bi 8500$ firotin û yê ku jê kiriye ji eşîreya Bobena ye ku her KG ji zeytûnan bi 750 L.S dikirî.
Milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” jî bi serkêşiya sermilîsê bi navê “Ebû Hatim Şeqra” ku gundê Qestel Kîşk û qeretepe dagir kirine, bac 2000 L.S li ser her dareke zeytûnê sepand bêyî ku berhema her dareke ji wan di ber çavan re derbas bike.