Li gundê Qestel Miqdad û Xilolka yên Bilbilê dizî û birîna daran dewam dike

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navenda navçeya Bilbilê ragihand ku komeke çekdarên milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” zeytûnên 250 darên zeytûnê yên welatiyê Kurd bi navê Ebû Şemso ji gundê Qestel Miqdad ê navçeya Bilbilê dizîn û wiha dewam kir;

Dema ku şênî hewl da ku rê li ber dizîna wan a zeytûnan bigire, çekdaran ji wî re wiha got: Eger li kêfa te nehatiye, tu dikarî gilî bikî.

Ji ber ku çekdar dizanin ku giliyên şêniyan encamê nagirin û kiryarên wan bê lêpirsîn derbas dibin, bi serbestî dizî û talaniyê dikin.

Di çarçoveyeke din de nûçegihan ragihand ku çekdarên milîsên “Lîwa El-Şemal” û bi taybet hinek çekdarên wê yên ji bajarokê Heyanê, 50 darên zeytûnê yên welatiyê Kurd ê koçber bi nave Qadir Şêx Qenber ji gundê Xilolka yê navçeya Bilbilê, birîn.

Li gundê Xilolka jî, çekdarên girêdayî koma bi navê “Rîcal El-Herb” zeytûnên derdora 800 dar ji zeviyên welatiyê Kurd bi navê Umer Şêx Qenber û Reşîd Şêx Qenber ku koçber in,  

Related posts