Sermilîsekî Ixwanî ji Hemayê navê xwe ji Mihemed Şêxûn kir Mihemed Erdogan

AFRINPOST-Taybet

Di şerê navxweyî yê Sûriyê sala 2011’an de, Tevgera Ixwan Mislimîn bi desteka dagirkeriya Tirk û saziyên wê derket pêş.

Hejmareke nav ku berê li nava Sûriyan nenaskirî bûn, ji nişka ve derketin. Ji ber vê yekê pirsên wiha derketin pêş; Ew kî ne û kî li pişt wan e, rûpaşa wan a civakî û çandî çi ye, girêdayî kîjan aliyan e.

Afrinpost navê yekî ji wan ku bi bihaneya serkêşê qaşo opozisyona Sûrî, Sûrî li pey xwe rakêşî çarenûseke nediyar kirin, belge kir ku ew jî bi navê Mihemed Şêxûn an Evîndarê Erdogan tê naskirin.

Mihemed Şêxûn karsazekî Sûrî ye, ew ji bajarê Hema yê Sûriyê ye, lê belê navê wî bû Mihemed Erdogan û nasnameya Tirkî bi dest xist. Navê xwe yê duyemîn “Şêxûn” bi navekî Tirkî guherî û bi taybet kir Erdogan. Mihemed Erdogan beriya salekê qerebalixek di hilbijartinên parlementoyê ya Tirkiyê de wek namzetekî Sûrî çêkir.

Mihemed beriya 12 salan ji bajarê xwe yê Sûrî, Hema derket û berê xwe da Tirkiyê û bi taybet li bajarê Bûrsayê ma û fêrî zimanê Tirkî jî bû. Li wî bajarî kompaniyeke avahîsazî û geştewariyê ava kir. Piştre nasnameya Tirkî bi dest xist û bû endamekî AKP’ê.

Têkiliyên Mihemed Şêxûn ango Mihemed Erdogan bi berpirsyarên Tirkiyê yên payebilind re hene û bi rêya wî gelek karsazên Ereb di Tirkiyê de kompanî û kar meşandin.

Mihemed Şêxûn yekem welatiyekî Sûrî ye bi navê partiya serok-komarê Tirkiyê Erdogan di 24’ê Hezîrana 2018’an xwe pêşniyarî hilbijartinên parlementoya Tirkiyê dike, ye.

Namzetiya Mihemed Erdogan li Tirkiyê bala Sûrî û Tirkan kişand û ew rexne kir ku piştre çapemeniyê rûyê wî spî vekir. Dema ew derket pêşiya ragihandinê xwe wiha da nasîn: Ez Mihemed Erdogan im û welatiyekî Sûrî me. Dema ew li ser Sûriyên diaxive dibêje: birayên Sûrî, ango wî xwe ji Sûrîtiya xwe şûştiye û bû xulamê Erdogan.

Hinek taybetiyên Mihemed Erdogan rastî taybetiyên Xalid Xoce tên, lê cudahî ew e ku wî Mihemed navekî Tirkî li xwe kir. Lê zêde navê jina xwe jî guhert û kir Sûmeye wek navê keça Erdogan.

Te çima paşnava xwe guhert? Rojnamevanek ji Mihemed dipirse ku ew jî wiha bersivê dide: Eger tu çû cihekî dûr ji civaka xwe û xwediyê cih xwedî li te derket û camêr bû, ew guhertin di vê çarçoveyê de ye, min ji vî kesî hez kir, loma min navê wî li xwe kir.

Roj pey roj ajanên Erdogan di bin navê qaşo opozisyona Sûrî de aşkere dibin û li xwe mukur tên ku ew berjewendiyên Tirkiyê li herêmê bi cî tînin.

Related posts