AFRINPOST-Taybet
Istixbarata dagirkeriya Tirkî pêngavên binçavkirina welatiyên Kurd li navenda navçeya Mabeta û gundên wê û bi taybet ên di meclisa xwecihî de kar dikin, berdewam dike.
Nûçegihanê Afrinpostê li navenda navçeyê ragihand ku çekdarên ji milîsên Ixwanî roja Çarşemê 14’ê Cotmehê, 2 welatiyên Kurd ji endamên meclisa xwecihî ya navenda navçeyê bûn, bin çav kirin.
Her du welatiyên ku hatine binçavkirin bi navê Ferhad Ehmed û Zozan Misto ji gundê Mîrkan ê navçeyê ne, istixbaratê ew birin cihekî nediyar û heta niha çarenûsa wan nediyar e.
Roja Çarşemê jî, 14’ê Cotmehê dewriyeyeke milîsên “polîsên sivîl” ê bi navê Ebidil Mutelib Şêx Nasan ku serokê meclisa xwecihî ya bajarokê Mabeta bû, lê zêde 2 kesên din piştî dewam wan li meclisa xilas bû, bin çav kirin.