Meclisa dagirkeriyê li Cindirêsê giştînameyekê li ser ofîsên kirîn û firotina mal û milkan belav dike. Gelo naveroka wê çi ye?

AFRINPOST-Taybet

Piştî bi sedan ji mal û milkên şêniyên Efrîna dagirkirî hatin desteserkirin, a bi navê meclisa bajarokê Cindirêsê ya dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, giştînameyek derxist.

Li gorî giştînameyê hemû karên firotina mal û milkan li bajarokê tê qedexekirin.

Afrinpost ji jêderên xwe hat agahdarkirin ku meclisa dagirkeriyê ya xwecihî li navenda navçeya Cindirêsê, giştînameyek li ser ofîsên kirîn û firotina mal û milkan belav kir ku li gorî wê giştînameyê girêbestên kirêkirin, kirîn û firotina mal û milkan li herêma ku milîsên “Ceyş El-Şerqiyê” dagir kiriye, bi bihaneya teqezkirina belge û rewşên mal û milkan tê qedexekirin.

Beşa “Çavdêrî û Şopandinê” ya meclisê dibîne ku hemû girêbestên ji dîroka 10’ê Cotmeha 2020’an û pê de di bin navê lêpirsîna dadweriyê tê betalkirin.

Ev rêkarên rêxistinî bi armanca statistîk û bidestxistina agahiyan derbarê mal û milkên şêniyên Kurd de tên, lê belê pêwîst nake ku milîs vê biryarê pêk bînin ji ber ku ji xwe wan piraniya mal û milkan desteser kirine û rê li pêşiya kirîn û firotinê nemaye.

Related posts