AFRINPOST-Taybet
Desteserkirina erdên zeytûnan ên welatiyên Kurd li Efrîna dagirkirî bi darê zorê û qedexekirina xwediyên wan ji derbasbûna li nava erdên xwe berdewam dike.
Çekdarên milîsên “Siqûr El-Şam” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li herêma Efrîna dagirkirî rê li ber du kalemêrên Kurd girt û nehiştin ku derbasî nava erdên xwe yên zeytûnan bibin, lê zêde li wan dan û ew qewitandin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên milîsên “Siqûr El-Şam” 4 kalemêrên Kurd li gundê Qizilbaşa yê navçeya Bilbilê qewitandin û nehiştin derbasî nava zeytûnên xwe bibin, lê zêde piştî ku du kalemêran israr kirin ku derbasî nava erdên xwe bibin li wan dan û wiha çekdaran ji wan re got: “ Em ê destpêkê zeytûnan biçinin, piştre hûn ê biçinin!”
Nûçegihan da zanîn ku hejmara darên zeytûnê yên her 4 kalemêran digihêje derdora 7 hezar dar, ku ew jî wiha ne;
Receb Xelîl 2000 darên zeytûnê
Îsmet Xelîl 2000 darên zeytûnê
Mihemed Osman 2000 darên zeytûnê
Cemal Mihemed 1000 darên zeytûnê
Têkildarî rewşa tenduristî ya kalemêran piştî lêdanê, nûçegihan diyar kir ku rewşa kalemêr Mihemed û Receb xerab e û ji roja bûyerê ve di nivînan de ne.
Ji aliyekî din ve çekdar nahêlin ku welatiyên Kurd darên xwe yên zeytûnan biçinin, lê zêde welatiyan ji nava erdên wan direvînin û bi sedan niştedagîrên ji kampan tînin û zeytûnên Kurdan didizin.