AFRINPOST-Taybet
Niştedagîr û çekdarên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn dizî û talaniya berhemên zeytûnan ên Kurdan li Efrîna dagirkirî, di çarçoveya xizankirina Kurdan û koçberkirina wan ji herêmê berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de cotkarekî li gundê Qîbarê ji nûçegihanê Afrinpostê re got ku niştedagîran li gund berhemên zeytûnan ên şêniyên gund talan kirin. Her wiha çekdarên milîsên “El-Mutesêm û Feyleq El-Ruhman” dest datînin ser zeviyên şêniyên gund û wiha cotkar dewam kir; hinek şêniyan biryar dan ku zeytûnên xwe biparêzin, lê belê diz bi şev dema cotkar ji ber erdên xwe diçin navberekê, zeytûnan didizin û wiha got:
Dema em ji nobedariya erdê xwe diçin bêhndanê, niştedagîrên diz berhema zeytûnan didizin, tu dubêjî qey çavdêriya me dikin.
Cotkar da zanîn ku dema diz zeytûnan didizin zirareke mezin digihînin daran. Ew ji bo lezê şiqinên daran dişikînin û tenê teneyê li ser erdê dihêlinû got ku rewşa hemû gundan ji aliyê dizîna zeytûnan ve wek hev e.