AFRINPOST-Taybet
Roja Sêşemê 13’ê Cotmeha 2020’an wezîra karê derve ya Swêdê li gel wezîrê karê derve yê Tirkiyê konferanseke çapemeniyê li dar xist.
Di konferansê de wezîra derve ya Swêdê Tirkiyê rexne kir û bang li wê kir ku ji Sûriyê bikişe.
Wezîra Karê Derve ya Swêdê Anne Linde Tirkiyê bi gurkirina şer li Sûriyê, Lîbya û herêma Qerebaxê tawanbar kir. Li hemberî gotinên wê, wezîrê karê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu har bû û ji etîketê dîplomatîk derket û gelek dosya vekirin.
Wezîra Swêdî bangên Yekîtiya Ewropa ya vekişandina hêzên Tirkî ji bakur û rojhilatê Sûriyê dubare kirin.