Rêveberiya Şûnwaran: Dagirkeriya Tirkî 31 deverên şûnwarî û 11 mezarên olî li Efrîna dagirkirî rûxandine

AFRINPOST-Taybet

Li gorî lîsteya ku Afrinpost ji Rêveberiya şûnwaran a herêma Efrînê bi dest xistiye, dagirkeriya Tirkî û milîsên Ixwan Mislimîn 31 deverên şûnwarî û 11 mezarên olî li herêma Efrîna dagirkirî rûxandine.

Rêveberiya Şûnwaran a Herêma Efrînê derbarê armancgirtina şûnwaran li ser dirêjahiya du sal û nîvan ji aliyê dagirkeriya Tirkî û çekdarên wê ve amade kir.

Di lîsteyê de deverên rûxandî û dîroka rûxandina wan û aliyên ku rûxandine, hene. Rêveberiyê li dawiya lîsteya amadekirî dibêje: Hemû deverên di vê lîsteyê de hatine bibîrxistin, heta niha kolan lê berdewam e. Lê belê em nizanin ku rêjeya zirara ku gihîştiye wan û parçeyên dîrokî yên ku ji wan deveran derxistine û derbasî Tirkiyê û Sûka Reş kirine çi ye.

Li gorî endamê Rêveberiya Şûnwaran Selahe El-Dîn Sîno hejmara dever û mezarên rûxiyayî pir ji wê bêtir e.

Selah El-Dîn Sîno ku derçûyê fakulteya şûnwaran a zanîngeha Şamê ye, ji Afrinpostê re axivî û wiha got: Deverên ku di lîsteyê de hatine bibîrxistin ji aliyê me ve hatine belgekirin, lê belê deverên ku hatine kolan pir ji wan bêtir e û nebûna belgeyan mijara binpêkirina wan tenê di çarçoveya devkî de dihêle.

Selah El-Dîn Sîno teqez kir ku dagirkeriya Tirk li şûnwarên dîrokî di nava darên zeytûnan ên şêniyan de digere da ku derbasî Tirkiyê bikin.

Ji mînakên bipêkirinan, dîmenê rûxandina mezarê Şêx Elî li gundê Basûfanê ya Êzdiyan e. Wê demê Afrinpostê wêneyên rûxandina mezarê Şêx Rekab ê Êzdiyan li gundê Şadêrê bi dest xwe ve anî.

Related posts