Xortekî Kurd ji gundê Qestel Kîşk bi bihaneyeke çêkirî hat binçavkirin

AFRINPOST-Taybet

Pêngava binçavkirinê li herêma Efrîna dagirkirî bi bihaneyên çêkirî û amade wek karê di saziyên Rêveberiya Xweser hem xizmetguzarî û hem jî leşkerî, dewam dikin.

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku endamên istixbarata Tirkî û “milîsên sivîl” roja Pêncşemê 8’ê Cotmeha 2020’an, welatiyekî Kurd bi navê Ebdo Menan Şêx Nasan ji şêniyên gundê Qestel Kîşk bi tawana ku berê tevlî nava hêzên erka xweparastinê bûbû, bin çav kir.

Tiştê balkêş ku piraniya welatiyên binçavkirî û revandî ji destpêka vê mehê ve, ciwan in. Binçavkirina ciwanan hemwextî amadekariyên ji bo çinîna werza(mewsim) zeytûnan tê. Di werza zeytûnan de bêtir pêwîstî bi xort û ciwanan ji bo çinîn û rakirina mewsimê heye. Lê zêde niştedagîr û çekdar bêserûber zeytûnên şêniyan berî ku bigihên, didizin.

Girêdayî revandin û binçavkirinê milîsên polîsên leşkerî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Milîsan roja Çarşema derbasbûyî, sê welatiyên Kurd li bajarê Ezazê yê dagirkirî revandin ku ew jî ev in;

Ednan Cincî, Mistefa Şêxo û Besam Qilîc. Ew ji şêniyên gundê Maratê yê bi ser bajarê Efrînê ve ye.

Related posts