Çekdarên Îslamî: Eger derbarê dizîna zeytûnan de hûn gilî bikin, em ê daran bêtir bibirin.

AFRINPOST-Taybet

Niştedagîr û çekdarên milîsên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn dizî û talaniya zeytûnên şêniyên Kurd li herêma Efrîna dagirkirî dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku erdê zeytûnan ê di navbera gundê Qeretepe û Qurtqulaqê yên bi ser bajêr ve bi giştî hatin dizîn.

Erdê zeytûnan ê talankirî ku ji 300 dar pêk tê, yê welatiyê Kurd ê koçber Henan Rehman e.

Her wiha li gundê Barava yê navçeya Şera jî, berhemên 250 darên zeytûnê yên welatî Menan Ebû Azad hatin dizîn.

Niştedagîrên li kampa taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê jî, darên zeytûnê yên welatiyên Kurd bi navê Nûrî Necar û Mihemed Imo û Heyder Şêx Hes ji Turindê ku li nêzîkî kenala avdanê dikevin, çinîn. Beriya wê jî hejmareke mezin ji darên wî erdî hatin birîn û wek êzing hatin firotin.

Ji aliyekî din ve niştedagîrên li kampa nêzîkî kana keviran a gundê Turindê, berhemên zeytûnan ji zeviyên welatiyan Kurd bi navê Ebû Ziyad Hebîb, Ebid El-Ruhman Mihemed û kesek ji malbata Imo hatin dizîn. Niştedagîr ne tenê zeytûnan didizin her wiha şiqinên daran jî dişikînin û wek êzing ji bo demsala zivistanê amade dikin.

Xwediyên wan erdan çendîn li ba milîsên “Cebha El-Şamiyê” gilî dikin, lê belê çekdar guh nadin wan û wiha jê re dibêjin: “ Eger careke din hûn gilî bikin, dema hûn ji xewê şiyar bibin, hûn heta kokên daran namînin.”

Related posts