Dagirkeriya Tirkî her malbateke niştedagîr neçar dike ku kesekî bişîne Azerbeycanê

AFRINPOST-Taybet

Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî gundê Qizilbaşa ji niştedagîr û çekdaran piştî ku razî nebûn biçin Azerbeycanê vala kir.

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarokê Bilbilê ya herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku dagirkeriya Tirkî li nava gundên Efrînê digere û li ser her malbateke niştedagîr ferz dike ku endamekî xwe bişîne Azerbeycanê û yên ku daxwazê red dikin, ji malên wan diqewtînin.

Nûçegihan teqez kir ku bûyereke wiha beriya bi du rojan li gundê Qizilbaşa çêbû ku hemû malbatên niştedagîr razî nebûn ku ti endamên xwe bişînin. Di encamê de dagirkeriya Tirkî 150 malbatên niştedagîr ji gund li gel çekdarên milîsên “Siqûr El-Şam” ku gund dagir kirine, qewitandin.

Nûçegihan terqez kir ku di gund de ti niştedagîr û çekdar neman û hinek ji niştedagîran telefonî welatiyên Kurd ên ku derxistibûn derveyî gund kirin, da ku vegerin malên xwe.

Ji aliyekî din ve nûçegihan got ku heman rewş li bajarokê Meydankê jî pêk hat ku dagirkeriyê malbatên niştedagîr ên ku malên wê dagir kiribûn, qewitandin.

Related posts