Koçbereke Efrînî ji ber teqîna mayînekê li Şehbayê birîndar bû

AFRINPOST-Taybet

Welatiyeke Kurd bi navê Maye kul Xelo ji şêniyên Efrînê, li herêmên Şehbayê ji ber teqîna mayînekê ji bermahiyên çeteyên Daiş’ê birîndar bû.

Nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku mayîneke bermahiyên Daiş’ê roja Şemiyê piştî nîvro teqiya. Di encamê de welatiyeke Kurd bi navê Maye kul Xilo 43 salî ji şêniyên gundê Celemê ku koçber e û li navçeya Til Rifetê dijî birîndar bû.

Nûçegihan diyar kir ku Maye di lingê xwe de birîndar bû û rasterast rakirin nexweşxaneya Avrîn li Şehbayê. Li gorî kadroyên nexweşxaneyê rewşa wê hinekî zelal bûye û ew niha di bin çavdêrî û derman de ye.

Tê zanîn ku her demekê li deverên cuda yên herêmên Şehbayê bermahiyên Daiş’ê diteqin û koçberên Efrînê dibin qurbaniyên wê.

Related posts